Pêşmerge êrîşeke Heşdî Şeibî têkşikand

Hêzên Pêşmerge du zirîpoşên Bacer û hamerek Heşda Şeibî têkşikandin

K24 - Navenda Nûçeyan

Hêzên Pêşmerge êrîşeke çekdarên Heşda Şeibî li navçeya Mehmûdiye li nêzîkî Rebî'e têkşikand.

Fermandeyê leşkere taybet ê yekê û leşkerê Gulan ê hêzên Pêşmerge Mensûr Barzanî ragihand: "Pêşmerge du zirîpoşên Bacer û hamereke Heşda Şeibî têkşikanin, piştî şikestina êrîşê, çekdarên Heşda Şeibî hêzên xwe ji sînorê wê deverê kişandin."

Li gorî zanyariyên nûçegihanê K24ê, çendîn kuştî û birîndar di nav çekdarên Heşda Şeibî de hene.

Ev yek di demekê de ye duh Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de eşkere kir: "Di 48 demjimêrên derbasbûyî de, hêzên Iraqî hêzeke mezin ji tank û zirîpoş û hamer û çek û teqemeniyên Amerîkî li navçeyên derdora Herêma Kurdistanê kom kirine û Iraq ti gav ji bi dawîanîna oprasyonên serbazî navêtiye."