Biryara hilweşandina hin taxên Sûra Diyarbekirê hat rawestandin
Desteya Dozên Îdarî ya Dadgeha Bilind ew biryar hilweşand û ji hêla dewletê ve kirîna xaniyên wan taxan jî rawestand
K24 - Navenda Nûçeyan
Dadgeha Bilinda Îdarî ya Tirkiyê, biryara hilweşandina hin dever û taxên Sûra Diyarbekirê rawestand.
Encûmena Wezîran ya Tirkiyê, 21'ê Adara 2016an biryara hilweşandina 15 taxên Sûrê û Yenîşehîrê yên Diyarbekirê dabû.
Jib o rawestandina wê biryarê jî, Komeleya Piştevaniya Sûra Amedê, hemberî biryarê serî li Dadgeha Bilinda Îdarî da.
Piştî wê serdanê, Desteya Dozên Îdarî ya Dadgeha Bilind ew biryar hilweşand û ji hêla dewletê ve kirîna xaniyên wan taxan jî rawestand.