Perlemana Kurdistanê temenê xwe dirêj dike
Yekgirt: "Em amadene ji bo dirêjkirina dema karkirina vê gera perleman ji 3 heya 6 mehên din deng bidin."
K24 - Navenda Nûçeyan
Îro Sêşemê 24/10/2017 Perlemana Kurdistanê dicive û goûbêjê li ser dirêjkirina dema karkirina gera niha dike.
Li gorî karnameya kar ya rûniştina îro, wê sikirtêrekî herdemî ji bo Perleman were hilbijartin, herweha çend endamên nû wê sûnda yasayî bixwin û dest bi kar bikin.
Herweha di civînê de, wê gotûbêj li ser dirêjkirina dema karkirina gera niha ya Perleman bike.
Berî destpêkirina civînê, firakisyona Yekgirtûya Islamî ya Kurdistanê di Perlemana Kurdistanê de ragihand: "Hemû alî zanin ku temenê vê gera Perleman nêzîkî 14 rojan maye û heger kes ya xwe bi ser a me nexîne, em zanin ku di rewşa niha de encamdana hilbijartinan zehmet e, lewra em wek Yekgirtûya Islamî ya Kurdistanê, amadene ji bo dirêjkirina dema karkirina vê gera perleman ji 3 heya 6 mehên din deng bidin."