Îran ji bo parastina hîlala şî'î dixwaze çiyayê Şingalê dagîr bike
"Heşda Şeibî di bin çavdêriya Îranê de, hemû bizavên xwe dike ji bo kontrolkirina tevahiya çiyayê Şingalê."
K24 - Navenda Nûçeyan
Derbarê ermanca milîsên ser bi Îran ve li Şingalê û çiyayê wê, fermandeyê Pêşmergên Şingalê Qasim Şeşo ragihand: "Bi sedema cihê stiratîcî yê çiyayê Şingalê di warê serbazî de, niha Heşda Şeibî li gel PKK rêketiye û dixwaze wî çiyayî kontrol bike.
Qasim Şeşo ji ajansa Anadol ya Tirkiyê re ragihand: "Bi kontrolkirina çiyayê Şingalê ji aliyê grûpên çekdar yên nedestûrî ve yan ji aliyê milîsên Heşda Şeibî ve, wê gef li ser tevahiya navçeyê çêbibe û ew yek wê bibe sedema nearamiyê û dîmografya tevahiya sînorên navçeyê bê guhertin."
Ji aliyê xwe ve pisporê cugrafî û şirovekarê serbazî, Dr. Ebdulxaliq Reşîd ji heman ajansê re got:"Heşda Şeibî di bin çavdêriya Îranê de, hemû bizavên xwe dike ji bo kontrolkirina tevahiya çiyayê Şingalê, ermanc ji kontrolkirina çiyayê Şingalê bihêzkirina pêgeha serbazî ya Îranê ye li Iraq û Sûryê û lawazkirina pêgeha Tirkiyê ye li navçeyê û zêdekirina gefê ye li ser Îsraîl û çend welatên din yên navçeyê."
Jêder: Ajansa Anadol