Vîdyoya têkşikandina Heşda Şeibî li Mexmûr belav dibe

Heşda Şeibî ji bazna ewlehiyê yên Kurdistanê nêzîk dibin û dixwazin bi pêş ve bên, lê êrîşa wan ji aliyê hêza Pêşmerge ve hat şikandinز

K24 – Navenda Nûçeyan

Çend girtevîdyoyên êrîşa çekdarên Heşda Şeibî li Mihwerê Mexmûr li tûra civakî belav bûn, tê de diyar dibe ku çekdarên Heşda Şeibî ji bazna ewlehiyê yên Kurdistanê nêzîk dibin û dixwazin bi pêş ve bên, lê êrîşa wan ji aliyê hêza Pêşmerge ve hat şikandin û çend Hammer û otombîlên leşkerî hatin rûxandin û hejmarek ji çekdaran jî hatin kuştin û hejmarek jî dîl hatin girtin.

Îro 24ê Cotmehê, jêderekî ji Ragihandina Fermandariya Hêzên Piştevaniyê (1) ragihand, hêzên Heşda Şeibî li Mexmûrê tevgera xwe kirin û nêzîkî çeperên hêza Pêşmerge bûn, lê Pêşmerge lê dan û 4 Hammer hatin şewitandin û hejmarek ji çekdaran jî hatin kuştin.

Amaje bi wê yekê jî kir, Pêşmergeyekî ji Fermandariya Hêzên Piştevaniyê (1) birîndar bû.

Ev di demekê de ye, li navçeya Mehmûdiyê ya nêzîkî Rebîa îro berbangê Heşda Şeibî êrîşî sengerên Pêşmerge kir, lê hêza Pêşmerge êrîşa Heşda Şeibî şikand û 3 otombîlên leşkerî şewitandin.