Li dibistanek Şirnexê axaftina Kurdî hate qedexekirin
Herweha giliyê vê kiryarê hatiye kirin û hatiye pejirandin ku lêkolîn derbarê bûyerê de bê destpê kirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li dibistana seretayî ya “General Omer Keçecigil” li Şirnex a bakurê Kurdistanê, mamosteyekî nivîsek “Ez dê bi Kurdî neaxifim” daliqand û axaftina Kurdî ya şagirtan qedexe kir.
Wêneya vê nivîsê ji alî bavek şagirtekî ve hatiye kişandin û Sendiqaya mamosteyan (Egitim Sen) jî rastiya vê yekê eşkere kir.
Herweha giliyê vê kiryarê hatiye kirin û hatiye pejirandin ku lêkolîn derbarê bûyerê de bê destpê kirin.