Hêza Pêşmerge êrîşeke Heşda Şeibî li Tilisqufê şikand

Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê li mihwerê Tilisqufê êrîşeke milîsên Heşda Şeibî şikand û çend otombîlên leşkerî şewitandin û hejmarek ji çekdarên Heşda Şeibî jî hatin kuştin û birîndarkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê li mihwerê Tilisqufê êrîşeke milîsên Heşda Şeibî şikand û çend otombîlên leşkerî şewitandin û hejmarek ji çekdarên Heşda Şeibî jî hatin kuştin û birîndarkirin.

Peyamêrê K24ê ragihand, şer li mihwerê Tilisqufê li bakurê Mûsilê heta niha berdewam e û hêza Pêşmerge 3 Hammer û Bajereke Heşda Şeibî rûxandin.

Li gor zanyariyên peyamnêrê K24ê, ji ber wî şerî 2 welatiyên Xiristiyanî ku rûniştvanên Tilisqufê ne, birîndar bûn.

Ev di demekê de ye, îro berbangê milîsên Heşda Şeibî êrîşî ser hêza Pêşmerge li navçeya Mehmûdiye li nêzîkî Rebîe û Mexmûrê kirin, lê hêza Pêşmerge tevahiya êrîşan şikandin.