McCain: Pêwîst e Amerîka piştevaniya Kurdan bike

McCain: Ger Amerîka tevgerê neke, wê ji navçeya herî stiratîjî li cîhanê bê dûrxistin

K24 - Navenda Nûçeyan

Sînatorê Amerîkî yê komarîxwaz John McCain ragihand: "Heger bêm neçarkirin di navbera grupên milîsên nêzîkî Îranê û Kurdan de yekî hilbijêrim, bêguman ezê piştevaniya Kurdan bikim."

John McCain di gotarekê de ku di rojnameya New York Times ya Amerîkî de hatiye belavkirin dibêje: "Kêşe ew e ku Amerîka ti stiratîjî ji bo rojhilata navîn bi giştî û Iraqê bi taybetî nedaniye û ev yek ji encama wê siyaseta şaş e ku îdara Obama dimeşand û niha Trump jî wê siyasetê berdewam dike."

Herweha McCain nivîsiye: "Tiştekî zelal û eşkere ye ku Îran lîstikvana sereke ye li Iraq û ew grûp û milîsên nêzîk ji Îranê, dest li ser hemû waran danîne, heger Amerîka tevgerê neke, wê rojekê ji xew rabe û bibîne ku ji navçeya herî stiratîjî li cîhanê hatiye dûrxistin, lewra pêwîst e Amerîka pişta Kurdan bernede ku dostên herdemî yên Amerîka ne."