Tirkiye: "Divê Heşda Şeibî neçe nav Kerkûk, Şingal û Mexmûr"
Erdogan: Ger Heşda Şeibî here nav Şingal û Mexmûrê, emê karekî nû bikin
K24 - Navenda Nûçeyan
Îro serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî serdana Tirkiyê dike û li gel berpirsên wî welatî rewşa Iraq û Kurdistanê bûyerên vê dawiyê gotûbêj dike.
Rojnameya Şerq El-Ewset li ser zimanê hin jêderên dîplomatkar belav kiriye ku: "Berpirsên Tirkiyê wê ji Ebadî bixwazin ku rê nede milîsên Heşda Şeibî derbasî sê deveran bibe."
Di raporekê de rojnameya navhatî dibêje: "Wê Enqera helwesta xwe zelal bike û ji serokwezîrê Iraqê bixwaze ku çekdarên Heşda Şeibî derbasî nav bajarê Kerkûkê, Şingalê û Mexmûrê nebin bi bihaneya ku ewê çekdarên PKK ji wan deveran derxînin."
Berî niha jî serokê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan gotibû: "Zanyarî hene dibêjin ku çekdarên Heşda Şeibî çûne nav Şingal û Mexmûrê, emê lêkolînê li ser vê yekê bikin û heger ew zanyarî rast bin, emê dest bi karekî nû bikin û ti serederiyê li gel Heşda Şeibî nakin."
Serdana Ebadî ji bo Tirkiyê di demekê de ye, hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de pêşniyara rawestandina encamên referanduma Herêma Kurdistanê ragihand û daxwaz kir rasterê kiryarên serbazî bên rawestandin û diyalogeke vekirî li ser bingeha destûrê bê destpêkirin.