Polîtbîroya YNK: Kurd ketine ber kîna şovênî û taifî
YNK: Divê ew aliyên çekdar bên sizadan, nek hin berpirsên Kurd rêzê li wan bigrin
K24 - Navenda Nûçeyan
Polîtbîroya Yekîtî Niştimanî Kurdistan li ser binpêkirinên Heşda Şeibî li Kerkûk û Duzxurmatû daxuyaniyek belav kir û ragihand: "Piştî karesata 16ê vê mehê, Duzxurmatû ji Kerkûkê û bajarên din bêtir ketiye ber kina taifî. Bi hezaran malbat hatine mişextkirin. Bi sedan malên Kurdan hatine dizîn yan şewitandin, bi dehan welatî hatin şehîdkirin. Ev hemû ji bilî wan kesên hatine nebedîkirin."
Têksta daxuyaniya polîtbîroya YNK:
Bi helkefta karesata taifî li Duzxurmatu
Ey Netewên Yekgirtî!
Raya giştî ya cîhanê!
Aliyên Iraqî yên niştimanperwer!
Her wekî ku nûnerê Netewên Yekgirî û rêxistiyên mafên mirovan yên cîhanî lê mikur hatine, piştî karesata 16ê vê mehê, Duzxurmatû ji Kerkûkê û bajarên din bêtir ketiye ber kina taifî. Bi hezaran malbat hatine mişextkirin. Bi sedan malên Kurdan hatine dizîn yan şewitandin, bi dehan welatî hatin şehîdkirin. Ev hemû ji bilî wan kesên hatine nebedîkirin."
Hemû cîhan dizane, piştî şerê li dijî DAIŞê, nexşeyeke taifî hebû, ku Duzxurmatu, heya dighêje Amirlî û Silêman Beg û Yengece têkevin bin kontrola taifî de. Niha jî, nek her ew navçana, lê Kurd jî ketine ber kîna şovênî û taifî ya hin grûpên çekdarên tundrew, ku bi navê Şî'eyan dixwazin xwe ferz bikin.
Eger bê û Netewên Yekgirtî û hikûmet û Perlemana Iraqê û Amerîka tiştekî nekin, wê demê metirsya wê yekê heye ku ve agirê taifî Kurdan li wan navçeyên Kurdistanî yên kêşe li ser, cînosayd bike. Lewra:
Yekem: Em daxwaz dikin, bi hemû karînan, bi hewara xelkê Duzxurmatu bên. Û ew bajar weke navçeyeke lêqewimî bî hesabkirin.
Diwem: Komîteyeke lêkolînê ji Perlemana Iraq were pêkanîn, ji bo eşkerekirina tawanan û tewsiya hikûmetê bike ku rê li tawanên bêtir bigire û tawanbaran siza bide û kesên ziyan dîtine qerebû bike.
Sêyem: Heq ew e, ti berpirs yan siyasetvan an pelemantarekî Kurd, amade nebin hevdîtinan li gel berpirsên aliyên çekdar yên tawanbar bikin û li şûna wê yekê daxwaz bikin ku ewana bên sizadan, nek serdana wan bikin û rêzê li wan bigrin.
Cemawerên xedirilêkirî yên Duzxurmatu!
Xelkê Kurdistanê!
Yekîtî, her ji destpêka şerê li dijî DAIŞê ve, li dijî hatina hêzên cuda yên çekdar bû, ji bo nav Duzxurmatu. Û piştî hatina me gellek bizav kir daku paşde vekişin. Lê bazirganên xwînê û rondikan, rijdbûn li ser dagîrkarî û kuştaran.
Piştî 16 Cotmehê, di hemû waran de, li Germyan, Silêmanî, Çemçemal û li her cihekî din, ku xelkê lêqewimî yê Duzxurmatu, pena biribe, YNK bi hemû karînên xwe, xizmet kiriye. Niha jî Yekîtî xwe wek parêzerê rastîne yê xelkê wî bajarî û derdora wî dibîne û çi ji dest bê, li cîhanê, Iraq û Li Kurdistan wê bike, him ji bo xizmeta wan û him ji bo vegera wan bi awayekî serfiraz.
-Silav ji bo şehîdên xedirlêkirî yên Duzxurmatu.
-Silav li xelkê wê yên berxwedêr.
Polîtbîroya Yekîtî Niştimanî Kurdistan
25/10/2017