YNK helwesta xwe ji pêşniyarên hikûmeta herêmê ragihand

Berdevkê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Seidî Ehmed Pîre derbarê pêşniyarên hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo ragirtina tevgerên leşkerî û rawestandina encamên referandûma Kurdistanê û destpêkirina guftûgoyan li ser binemayên destûrê de helwesta xwe ragihand.

K24 – Navenda Nûçeyan

Seidî Pîre de ji pêgeha elktironî “Bedada El-Yewm”  ragihand, ewê hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihadiye, gaveke rast û durist, vekirina deriyan û ragirtina şerê navxweyî ye di navbera birayên bi hev re li dijî sîstema dektorî û rêxistinên teroristî şer kiribûn, ji ber wê daxwaz ji hikûmeta Iraqê dikin, piştî vê pêngava hikûmeta Herêma Kurdistanê dest bi guftûgo bike.

Berdevkê YNKê daxwaz ji hikûmeta Iraqê kir, bersiva vê pêngavê bide û guftûgoyê qebûl bike û proseya leşkerî rawestîne û daxwazeke fermî ji bo serdana şandeke Kurdistanê ji Bexdayê re rabigihîne.