Pêşmerge du êrîşên Heşda Şeibî têk birin

"Pêşmerge li gundên Berdiye û Hemed Axa ziyaneke mezin li çekdarên Heşda Şeibî kirin"

K24 - Navenda Nûçeyan

Nûçegihanê Kurdistan24ê ragihand: "Sibeha Îro artêşa Iraq û Heşda Şeibî li navçeya Sihêla li bakurê bajarokê Zumar li rojavayê Dicle, hêzên Pêşmerge topbaran kirin û dest bi êrîşê kirin."

Nûçegihanê me got: "Pêşmerge li gundên Berdiye û Hemed Axa ziyaneke mezin li çekdarên Heşda Şeibî kirin û li herdu gundên Ciruniyê û Eyn Uzêr çekdarên Heşda Şeibî paşde vegerandin, herweha Pêşmerge hejmarek tank û zirîpoşên Heşdê têkşikandin."

Berî niha, Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de, rewşa niha bi metrisîdar binav kiribû û ji hikûmeta Bexda xwestibû, destpêşxeriya Herêma Kurdistan qebûl bike û dest bi diyaloga bê merc bike."

Herweha Encûmena Asayşa Herêma Kurdistanê diyar kir, ku ew tevgerên serbazî derfetê dide Îranê hejmûna xwe li navçeyê berfireh bike û aramiya Herêma Kurdistan têk bide.