Êrîşeke berfireh ya Heşda Şeibî li mihwerê Zumar hat têkbirin

"Pêşmerge êrîşeke mezin ya çekdarên Heşda Şeibî û artêşa Iraqê li mihwerê Zumar têk birin û ziyaneke mezin li wan kirin."

K24 - Navenda Nûçeyan

Supasalarê Pêşmerge Ferîq Cemal Îminkî ragihand: "Hêzên Pêşmerge êrîşeke mezin ya çekdarên Heşda Şeibî û artêşa Iraqê li mihwerê Zumar têk birin û ziyaneke mezin li çekdarên Heşdê kirin."

Supasalarê Pêşmerge li mihwerê Zumar ji Kurdistan24ê re got: "Çekdarên Heşda Şeibî li ser destê hêzên Pêşmerge hatin şikandin û 6 Hamvî û tank û Bacer jî hatin şewitandin."

Ferîq Cemal Îminkî diyar kir ku: "Emîndarî rêxistiya Bedir û serkirdeyê Heşda Şeibî Hadî Amirî li Zumar, û cîgirê serokê desteya Heşda Şeibî Mehdî Muhendis li mihwerê Rebî'e serperşitiya êrîşa Heşda Şeibî dikin."

Nûçegihanê Kurdistan24ê ragihand: "Sibeha Îro artêşa Iraq û Heşda Şeibî li navçeya Sihêla li bakurê bajarokê Zumar li rojavayê Dicle, hêzên Pêşmerge topbaran kirin û dest bi êrîşê kirin."

Nûçegihanê me got: "Pêşmerge li gundên Berdiye û Hemed Axa ziyaneke mezin li çekdarên Heşda Şeibî kirin û li herdu gundên Ciruniyê û Eyn Uzêr çekdarên Heşda Şeibî paşde vegerandin, herweha Pêşmerge hejmarek tank û zirîpoşên Heşdê têkşikandin."

Berî niha, Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de, rewşa niha bi metrisîdar binav kiribû û ji hikûmeta Bexda xwestibû, destpêşxeriya Herêma Kurdistan qebûl bike û dest bi diyaloga bê merc bike."

Herweha Encûmena Asayşa Herêma Kurdistanê diyar kir, ku ew tevgerên serbazî derfetê dide Îranê hejmûna xwe li navçeyê berfireh bike û aramiya Herêma Kurdistan têk bide.