Tillerson: Emê alîkariya grûpên nav Îranê bikin ji bo xistina rêjêma Taranê
Tillerson: Amerîka alîkariya xelkê Îran dike ku çarenivîsa xwe diyar bikin.
K24 - Navenda Nûçeyan
Wezîrê derve yê Amerîka Rex Tillerson ragihand ku welatê wî dê alîkariya tevgerên reformxwaz yên nav Îranê dike, ji bo sîstema Komara Islamiya Îranê bixînin.
Rex Tillerson di kongirekî rojnamevanî de li gel hevpostê xwe yê Hindî ragihand, Komarî Islamiya Îranê alîkariya terorîstên navçeyê dike, hevdem Îran sedema dirêjiya şerê navxwe yê Sûrya û Yemenê ye.
Tillerson diyar kir ku ewê Îran bi giştî û Supaya Pasdaran bi taybetî siza bidin û got: Amerîka alîkariya xelkê Îran dike ku çarenivîsa xwe diyar bikin û piştevaniya wan grupên reformxwaz jî dike ku ew bixwazin rêjîma Komara Islamî ya Îranê bînin xwarê.