Êrîşeke Heşda Şeibî li Pirdê jî hat têkbirin

"Çekdarên Heşda Şeibî li mihwerê Pirdê êrîşî hêzên Pêşmerge kirin û Pêşmerge êrîşa wan şikandin û 9 çekdarên Heşdê kuştin."

K24 - Navenda Nûçeyan

Çekdarên Heşda Şeibî û artêşa Iraq li mihwerê Pirdê êrîşî hêzên Pêşmergên Kurdistanê kirin û Pêşmerge bi êrîşa wan têk birin.

Berpirsê mihwerê rojavayê Kerkûkê Dr. Kemal Kerkûkî ragihand: "Çekdarên Heşda Şeibî li mihwerê Pirdê êrîşî hêzên Pêşmergên Kurdistanê kirin û Pêşmerge êrîşa wan têk birin  û 9 çekdarên Heşdê kuştin."

Têkşikandina êrîşa çekdarên Heşda Şeibî li Pirdê, hevdem bû li gel têkşikandina çend êrîşên din yên wê grûpê li mihwerê Zumar û Rebî'e, ku bi "Piştevaniya çend yekîneyên Supaya Pasdaran û Hizbullaha Lubnanî encam dan, lê Pêşmerge zerer û ziyaneke mezin li wan kirin."