UN pêşwaziyê li peyama Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike

Netewên Yekgirtî amade ye bi hemû awayekî kar bike ji bo çarekirina pirsgirêkan di navbera Hewlêr û Bexdayê de.

K24 - Navenda Nûçeyan

Netewên Yekgirtî pêşwazî li peyama Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya cemidadina encamênên referandumê kir.

Peyvdarê Netewên Yekgirtî Ferhan Heq pêşwazî li wê biryarê kir û piştevaniya xwe ji bo her bizaveke destpêkirina diyalogê nîşan da û got: Netewên Yekgirtî amade ye bi hemû awayekî kar bike ji bo çarekirina pirsgirêkan di navbera Hewlêr û Bexdayê de.