Firensa jî pêşwaziyê li pêşinyara Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike

Wezareta derve ya Firensa tekezî li ser pêdana mafên gelê Kurdistanê di Iraqê de kir.

K24 - Navenda Nûçeyan

Wezareta derve ya Firensa pêşwazî li pêşinyara Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û daxwaz ji Bexdayê kir ku wê destipêşxeriyê qebûl bike.

Wezareta derve ya Firensî di daxuyaniyekê de diyar kir, ev gava Herêma Kurdistanê erênî ye û pêwîst e hikûmeta Iraqê di çarçoveya destûrê de diyalogê li gel Hewlêrê destpê bike.

Herweha daxwaz kir ku, hemû alî xwe ragirin û bi riya diyalogê pirsgirêkan care bikin û ji Bexdayê xwest bilez kiryarên serbazî beramberî Pêşmergên Kurdistanê rawestîne.

Wezareta derve ya Firensa tekezî li ser pêdana mafên gelê Kurdistanê di Iraqê de kir.