Bi sedema Qasim Suleymanî, petrola Kerkûkê bê endizyar e

Tîmên kompanyaya patrolê ya Bakur, ji sala 2014an ve roja 17 vê mehê vegeriyan kêlgehên petrolê yên Kerkûkê, piştî ku Heşda Şeibî û artêşa Iraqê êrîşî ser bajêr kirin û Pêşmerge neçar bûn vekişin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Tîmên kompanyaya patrolê ya Bakur, ji sala 2014an ve roja 17 vê mehê vegeriyan kêlgehên petrolê yên Kerkûkê, piştî ku Heşda Şeibî û artêşa Iraqê êrîşî ser bajêr kirin û Pêşmerge neçar bûn vekişin.

Li gor raporteke “Reuters” piştî ku Heşda Şeibî û artêşa Iraqê êrîşî ser bajêr kirin û Pêşmerge neçar bûn vekişin, piraniya endezyar û karmendên kêlgehên petrolê ji tirsa Qasim Suleymanî û Heşda Şeibî reviyan.

Endezyarekî ji kompanyaya Bakur ragihand, piştî hefteyekê, hîn ew nikarin wan kêlgehan bikar bînin, ji ber ku ew nizanin çawa sîstema û amrazên wan kêlgehan bikar bînin û pêwîstiya wan bi endezyarên Kurd hene.

Şareza dibêjin, despêkirina hinartina petrolê bi awayekî asayî. Pêwîstiya wê bi hevahengiya di navbera endezyarên Iraqî û Kurd heye.

Berê, rojane 350 hezar bermîl petrol ji kêlgehên Kerkûkê berhem dide, piştî êrîşa Heşda Şeibî li ser Kerkûkê berhemanîna petrolê li Kerkûkê dahat nîvî.