Li Pasûrê 3 PKK'yiyan canê xwe ji dest dan

Li Gundê Eskarê yê bi Ser navçeya Pasûrê ve operasyon hatiye lidarxistin û di operasyonê de yek jê jin, 3 PKK’yiyan jiyana xwe ji dest daye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Parêzgeriya Diyarbekirê bi rêya daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku li Gundê Eskarê yê bi Ser navçeya Pasûrê ve operasyon hatiye lidarxistin û di operasyonê de yek jê jin, 3 PKK’yiyan jiyana xwe ji dest daye û gelek çek û cebilxaneyên wan hatine desteserkirin.

Li navçeya Pasûrê ya Diyarbekirê, di navbera hêzên Artêşa Tirk û Endamên Partiya Karkerên Kurdistanê PKK’ê de pevçûn derket û li gorî daxuyaniya Parêzgeriya Diyarbekirê, di encama operasyona ku duh (26.10.2017) hatibû destpêkirin de 3 PKK’yiyan jiyana xwe ji dest daye.

Li gorî daxuyaniya parêzgeriyê; li Gundê Eskarê yê Pasûrê ev operasyon hatiye lidarxistin û di encama operasyonê de çek û cebilxane hatine desteserkirin.