Li Hewîce goreke bikomî hate dîtin
Wezareta Bergîriyê ya Iraqê ragihan, goreke bikomî li gundê Begara ya li başûrê Hewîce li başûrê rojavayê Kerkûkê hate dîtin.

K24 – Navenda Nûçeyan
Wezareta Bergîriyê ya Iraqê ragihan, goreke bikomî li gundê Begara ya li başûrê Hewîce li başûrê rojavayê Kerkûkê hate dîtin.
Aşkere kir jî, 50 termên leşkerên artêşê û polîsên Iraqê di gorê de hatin dîtin, ku çekdarên DAIŞê ew di dema dagîrkirina Hewîce de kuştibûn. Biryar e jî karê yasayî û pişknînê ji wan terman bike.
Di dema rizgarkirina qezaya Hewce û gundên derdora wê de, ev 6emîn gora bikomî ye tê dîtin.