Kanada hevkariyên leşkerî bi Iraqê re radiwestîne

Hêza taybet ya Kanadayê hevkariyên leşkerî yên bi Iraqê re rawestand û sedeme wê jî ji derketina aloziyê di navbera hêzên Iraqî û Pêşmerge re vegerand.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hêza taybet ya Kanadayê hevkariyên leşkerî yên bi Iraqê re rawestand û sedeme wê jî ji derketina aloziyê di navbera hêzên Iraqî û Pêşmerge re vegerand.

Peyvdarê Wezareta Bergîriyê ya Kanadayê Dan Le Boutelle ragihand, leşkerên Kanada hevkariyên leşkerî ragirt, heta dema rewş û pêwendiyên di navbera hêzên Iraqî de zelal dibe, ji ber ku kar û erkên wan ê pêşîne şerê li dijî terorê ye.

Kanada endama Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ye ku Amerîka serokatiya wê dike, amaje bi wê dike, divê ew destkeftên di şerê li dijî DAIŞê de bidest ketine, bên parastin.

Peyvdarê Wezareta Bergîriyê ya Kanadayê dibêje, hêzên Iraqî û hemû welatên di nava hevpeymaniyê de, di çend mehên borî de pêşveçûnên mezin bidest xistibûn û beşeke mezin ji xaka Iraqê kontrol kiribûn.

Herwiha got, tevî wan pêşveçûnan, lê hîn riyeke dirêj li pêş şerê li dijî terorê maye, ji ber ku heta niha pêgehên çekdarên DAIŞê li Iraqê mane.

Amaje bi wê jî kir, ev rewş egera wê heye ku guhartina li ser zemînê bike, hîn pêwîst dike amadekarî ji bo rizgarkirina wan navçeyên di destê DAIŞê de maye û divê girîngî ji bo wê were dayîn, ji bo aramî peyda bibe.