Opozîsyon: “YPG firokxaneya Minigê radestî Rûsyayê dike”

Mêdyayên Erebî belavkiriye, ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ji firokxaneya Minigê ya serbazî vekişiyane û radestî hêzên Rûsî kirine, Rûsyayê jî ala xwe li ser avahiya wê firokxaneya bilind kiriye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Mêdyayên Erebî belavkiriye, ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ji firokxaneya Minigê ya serbazî vekişiyane û radestî hêzên Rûsî kirine, Rûsyayê jî ala xwe li ser avahiya wê firokxaneya bilind kiriye.

Herweha hatiye belavkirin, berî hefteyekê 3 firokeyên Rûsî li firokxaneya Mingê daketin û şandeke Tirkî û Rûsî ligel hejmarek ji serkirdeyên YPGê civiyabûn.

Heta niha ne YPG û ne jî Rûsyayê bi fermî ev nûçe piştrast nekirine. Lê berî niha hin ajansên opozîsyonê belav kiribûn ku Rûsya alên YPGê li bajarokê Til Rifetê anîne xwar û yên xwe bilind kirine.

Li gor çavdêr dibêjin, piştî derbasbûna artêşa Tirkiyê ji bajarê Idlibê re, fişar li ser Efrîn û YPGê zêde bûne, loma YPGê neçar dibe hin deverên bakurê Helebê radestî hêzên Rûsî bike, wek Til Rifat û firokxaneya Minigê.

Herwiha hin jêder amaje bi wê dikin, Rûsya û Tirkiyê li hev kirine, Tirkiye bajarê Ezazê û derdora wê bixe bin kontrol xwe, Rûsya jî Efrînê bixe bin kontrola xwe.

Firokxaneya Minigê ku 25 K.M dikeve başûrê rojhilatê Efrînê, HSD û YPGê di Sibata 2016an de ji çekdar opozîsyonê kontrol kiribû.