Kemal Kerkûkî: Şandeke Pêşmerge û artêşa Iraqê dicive
Berpirsê Mihwerê Rojavayê Kerkûkê Kemal Kerkûkî ji K24ê re ragihand, li ser daxwaza serkirdayetiya siyasî ya Kurdistanê wan şer rawestandiye û tenê di dema êrîş bi ser wan de bên, ewê bersivê bidin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Berpirsê Mihwerê Rojavayê Kerkûkê Kemal Kerkûkî ji K24ê re ragihand, li ser daxwaza serkirdayetiya siyasî ya Kurdistanê wan şer rawestandiye û tenê di dema êrîş bi ser wan de bên, ewê bersivê bidin.
Kemal Kerkûkê amaje bi wê kir, biryar e îro şandeke Pêşmerge û hêzên Iraqî derbarê ragirtina şer bicivin.
Duh, Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê Ryan Dillon ragihandibû, agibest di navbera hêza Pêşmerge û hêzên Iraqî de li hemû mihweran hatiye ragihand.