Pisporên Îranê: “Amerîka dê Îranê asê bike û ev yek dê pêşiya Hewlêrê veke”
Polîtîkayên bihêzbûna Îranê ya li Kerkûk û derdora wê ku bi destê Hikûmeta Îraqê û heşdî Şabî pêk tê li Tirkiyê bi konferansekî hate nirxandin.
K24 – Enqere
Polîtîkayên bihêzbûna Îranê ya li Kerkûk û derdora wê ku bi destê Hikûmeta Îraqê û heşdî Şabî pêk tê li Tirkiyê bi konferansekî hate nirxandin. Li gorî Pisporên beşdarî konferansê bûn, piştî ku rêveberiya Trump li ser polîtîkayên Rojhilata Navîn bihêz bû dê li ser Îranê gemaroyên girîng karîger bike û dê ev yek jî gemaroya li ser Kurdistanê têk bibe. Herwiha bi boçûna pisporan ya dê Tirkiye polîtîkayên xwe biguherîne yan jî wê digel Îranê winda bike.
Polîtîkayên Îranê yên li Rojhilata Navîn, têkiliyên digel Tirkiye û Iraqê û Encamên gemaroya Amerîkayê ya li ser Îranê li Enqerê bi konferansekê hate nîqaşkirin.
Li Tirkiye û Îranê hejmarek zêde akademîsyenên pispor yên ku beşdarî konferansê bûn diyar kirin rêveberiya Trump diwaze rêkeftina nûkleerî betal bike û li ser Îranê gemaroyên giran karîger bike, lê belê di karên derve de hêj tîma rêveberiya Obama li ser kar in loma Trump vê polîtîkaya xwe nikare karîger bike lê belê pispor dibêjin, dê rojên bê de ev rewşa heyî biguhere.
Pisporê Îranê Profesor Abumohammad Asgarkhanî yê ku beşdarî konferansê bu ragihand dema ku rêveriya Trump polîtîkayên xwe yên derbarê Îranê de karîger bike dê helwesta Wasgîngtonê ya derbarê Kurdistanê de jî biguhere.
Dr. Abumohammad Asgarkhanî got: “Rêveberiya Trump naxwaze ku Îran li Rojhilata Navîn bibe hêzek mezin. Ji ber vê yekê dixwaze ku rêkeftina nûklerê betal bike û Îranê dorpêç bike. Tahranê ev yekê dît loma bi awayekî taktîkî di mijara referandûma Kurdistanê de nêzîkê Tirkiyeya ku di warê siyasî, polîtîk û hegemonîk de li herêmê hevrikê wê yê herî mezine bû. Amerîka dema dorpêça li ser Îranê karîger dike li aliyekê jî dê nêzîkê hewlêrê bibe. Ev yêk jî dê gemaroya li ser Kurdistanê têk bibe.”
Profesor asgarkhanî di vê difikire de ye ku Tirkiye jî di vê çarçoveyê de neçarî têkîliyên xwe yên li gel Tehranê dê ber bi çavan re derbas bike.
Rojnamevan û nivîskarê Îranî yê bi tecrûbe Reza Haghîghatnejad yê ku li ser polîtîkayên Amerîkayê de kar dike jî di nêrînên xwe yên bo Kurdistan24ê de ragihand ku Washîngton jî ji hebûna Heşdî Şabî ya li herêmê eciz e û dê demek nêz de mudaxaleyê vê yekê bike.
Reza Haghighatnejad ji K24ê re got: “Îran niha li Iraqê dixwaze ku wekî Hîzbullaha Lûbnanê, Heşdî Şabî li herêmê wek rêxistinekê bicîh bike. Lê Emerîka çawa ku Hîzbullaha Lûbnanê wek terorîst dibîne heşdî şabî jî ji nêz ve dişopîne. Helbet Emerîka dê mudaxaleyê bike. Dê vê yekê jî bi bandor û hêza xwe ya li ser Rêveberiya Navendî ya Iraqê pêk bîne. Amerîka ji geşedanên dawî û bihêzbûna Îranê ya li herêmê eciz e. Ev yek dê Emerîka û Kurdistanê nêzîkê hev bike.”
Li gorî pisporan rêvebiriya Trump ku ev 10 meh in li ser kar e, bi taybetî di polîtîkayên li ser Rojhilata Navîn de guhertineke ciddî nekiriye. Sedema vê yekê ya herî mezin jî tîmên ku dixwzin têkîliyên ligel Îranê berdewam bibin hêj li ser kar in didin nişandan. Herwiha pispor ameje pê dikin dema ku di karên dervede jî rêveberiya Trump serdest bû dê li Rojhilata Navîn de guherînên mezin pêk bên.