Bizavên Bexdayê ji bo rawestandina weşana Kurdistan24ê tên rexnekirin

Ji ber ku Kurdistan24ê binpêkirinên Heşda Şeibî belav dikir, Iraqê biryar li dijî wê derxist

K24 - Navenda Nûçeyan

Çavdêrgeha Iraqî ji bo azadiya rojnamevaniyê ya ser bi sendîkaya rojnamevanên Iraqê ve û Sentera Mîtro ji bo berevaniyê di ber azadiya rojnamevaniyê de li Herêma Kurdistanê, rexne li biryarên desthelatên Iraqê kirin ku biryar dane karkirina tîmên Kurdistan24ê li Iraqê rawestînin.

Li gorî biryara fermangeha rêxistina ragihandina dîtî û bihîstî ya ser bi hikûmeta Iraqê ve û piştî ku Heşda Şeibî dest li ser Kerkûkê û navçeyên derdora wê danî, rê li nûçegihanên Kurdistan24 hat girtin daku li (navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdara Herêmê) rûmala bûyeran nekin.

Hat zanîn ku sedema wê biryarê ew e ku Kurdistan24ê dîmen û wêneyên binpêkirinên Heşda Şeibî û hêzên Iraqî belav dike ku dijî welatiyên Kurd li navçeyên Kurdistanî tên kirin û vê yekê jî Bexda dilgiran kiriye.

Çavdêrgeha Iraqî ji bo azadiya rojnamevaniyê ya ser bi sendîkaya rojnamevanên Iraqê ve û Sentera Mîtro ji bo berevaniyê di ber azadiya rojnamevaniyê de li Herêma Kurdistanê, di daxuyaniyekê hevbeş de dibêjin: "Tirsa me heye dezgehên mîdyayî bibin qurbaniyên kirîzên siyasî di navbera Hewlêr û Bexdayê de."

Herdu alî daxwaz dikin: "Kenalên ezmanî û dezgehên ragihandinê wek aliyekî nakokiyan neyên dîtin û ji kêşeyên di navbera herdu aliyan de bên dûrxistin."