Deriyê sînor ê Oncûpinarê piştî girtina 8 rojan îro careke din hat vekirin
Piştî çarekirina pirsgirêkan ew derî îro careke din vebû û hejmarek zêde tirêle ji derî derbas bûn.
K24 - Navenda Nûçeyan
Roja 20ê vê mehê deriyê Oncûpinarê ji ber sedemên teknîkî bi awayekî demkî hatibû girtin.
Piştî çarekirina pirsgirêkan ew derî îro careke din vebû û hejmarek zêde tirêle ji derî derbas bûn.
Deriyê sînor ê Oncûpinarê li bajarê Kîlîsê ye û ser sînorê Rojavayê Kurdistanê ye. Beramberî wê deverên ku Tirkiyê li wir Operasyona Mertala Firatê birêve biribû hene.
Berî niha jî gelek caran caran ev derî bi awayekî demkî hatibû girtin.