Peyvdarê YNK: Hikûmeta Iraqê nikare welat biparêze
Seidî Pîre: "Divê bi diyalogê kêşe bên çarekirin û nabe Bexda bijardeya serbazî bikar bîne."
K24 - Navenda Nûçeyan
Hewlêr û Bexda di çarçoveya du sînaryoyan de gotûbêjan dikin ji bo kêşeyan çare bikin.
Peyvdarê Yekîtî Niştimanî Kurdistan Seidî Pîre ragihand: "Divê bi diyalogê kêşe bên çarekirin û nabe Bexda bijardeya serbazî bikar bîne."
Pîre diyar kir, ku hikûmeta Iraqê nekarî ye welat biparêze, DAIŞê karîbû bêtirî 30% ji Iraqê dagîr bike.
Perlemanterekî Iraqî jî daxwaz dike, ku diyalog di bin çavdêriya civaka navdewletî de be.