Li navenda bajarê serhedê li Bakurê Kurdistanê berf dibare
Riya di navbera Agirî û Erziromê de, ji ber pûk û mijê demekê ji bo çûnûhatinê hat girtin.
K24 - Navenda Nûçeyan
Şevê din li navçeya Eleşgird û hin navçeyên din yên Agirî berf barî.
Barîna berfê bandor li jiyana rojane ya şîniyan dike ku wan barîna berfê çaverê nedikirin.
Her weha riya di navbera Agirî û Erziromê de, ji ber pûk û mijê demekê ji bo çûnûhatinê hat girtin.
Şîniyên Agirî dibêjin: "Zivistan îsal zûtir hatiye û diyar e ku dê zehmet derbas bibe."