Emîna Zikrî: Serok Barzanî dest jikar nakêşe
Emîna Zikrî: "Desthelatên Serokê Herêma Kurdistanê wê li ser Perleman û hikûmetê û encûmena dadwerî bên dabeşkirin."
K24 - Navenda Nûçeyan
Cîgira serokê firakisyona Partî di Perlemana Kurdistanê de Emîna Zikrî ji Kurdistan24ê re ragihand: "Serok Barzanî dest jikar nekişandiye, ji ber ku di nameya xwe de ji bo Perlemana Kurdistanê ragihandiye ku ew naxwaze di postê xwe de berdewam be."
Emîna Zikrî got: "Desthelatên Serokê Herêma Kurdistanê wê li ser Perleman û hikûmetê û encûmena dadwerî bên dabeşkirin."
Berî niha cîgirê serokê Perlemana Kurdistanê Ceifer Îminkî taybet ji Kurdistan24ê re ragihandibû, ku nameyeke serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî gihiştiye Perleman û di civîna îro de wê bê xwendin.