Ronîkirinek derbarê valabûna postê Serokê Herêma Kurdistanê
Cîgirê Serokê Firaksiyona PDKê di parlmenatoya Kurdistanê de Emîne Zikrî di daxuyaniyekê de derbarê valbûna posta Serokatiya Herêma Kurdistanê de radigihîne, di wê rewşê de madeya 15 ya yasaya Serokatiya Herêma Kurdistanê cibicî nabe.
K24 – Navenda Nûçeyan
Cîgirê Serokê Firaksiyona PDKê di parlmenatoya Kurdistanê de Emîne Zikrî di daxuyaniyekê de derbarê valbûna posta Serokatiya Herêma Kurdistanê de radigihîne, di vê rewşa niha de madeya 15 ya yasaya Serokatiya Herêma Kurdistanê cibicî nabe.
Deqa daxuyaniya Cîgirê Serokê Firaksiyona PDKê di parlmenatoya Kurdistanê de Emîne Zikrî:
Li gor yasaya Serokatiya Herêma Kurdistanê 15, heger pile û paya Serokê Herêma Kurdistanê ji ber her sedemekê vala bû, Serokê Parlemantoya Kurdistanê – Iraq erk û femanan bi rê ve dibe, ta dema 60 rojî. Di rojên valabûna wê postê de, serokekî nû tê hilbijartin.
Li gor wê yasayê, wê demê Serokê Parlemantoyê cihê Serokê Herêmê werdigire û piştî 60 rojî hilbijartin tê kirin, di demekê de parlemanto di civîna xwe ya yasayî di 24.10.2017an de temenê xwe ji bo du werzên yasaydananê dirêj kir û li gor yasaya hilbijartinê ya sala 1992an hilbijartina parlemanto û serokê herêmê di yek demê de tê kirin, ji ber wê ev made kar pê naye kirin û ravekirina hin aliyên siyasî ku Serokê Parlemantoyê cihê Serokê Herêmê digire berûvajî yasayê ne.