Projeyasa dabeşkirina desthilatên serokatiya herêmê hat pesendkirin
Parlemantoya Kurdistanê projeyasaya dabeşkirina desthilatên Serokatiya Herêma Kurdistanê bi ser dezgehên giştî ve bi piraniya dengan pesend kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Parlemantoya Kurdistanê projeyasaya dabeşkirina desthilatên Serokatiya Herêma Kurdistanê bi ser dezgehên giştî ve bi piraniya dengan pesend kir.
Îşev, piştî ku di rûniştina parlemantoya Kurdistanê de projeyasaya hate xwendin, ket ber dengdanê. Projeyasa bi 70 dengên “Erê” ku piraniya dengan e, hat pesendkirin.
Gotbêjkirina wê projeyasayê, li ser daxwaza Serok Barzanî hat, ku nameyek arasteyî Serokatiya Parlemantoya Kurdistanê kiribû.