Sikirtêrê HDK: Barzanî dikare serkirdatiya bereyeke niştimanî bike

Mistefa Mewlûdî: "Heya niha jî pêwîstiya Kurdistanê bi rola Mesûd Barzanî heye".

K24 - Navenda Nûçeyan

Sikirtêrê Hizba Dîmukrata Kurdistan Mistefa Mewlûdî ragihand: "Heya niha jî pêwîstiya Kurdistanê bi rola Mesûd Barzanî heye".

Mistefa Mewlûdî  ji Kurdistan24ê re got:"Heger Barzanî di postê serokatiya Herêma Kurdistanê de nebe, ew dikare serkirdatiya bereyeke niştimanî û netewî bike."