Çîn û Amerika rêkeftinên aborî bi 250 milyar dolaran imzekirin
Di Konferansa rojnamevanî ya her du Serokan de, Şi Cinping diyarkir ku, pêwendiyên baş di navbeyna Washington û Peking de bandora xwe ya erênî li tevayiya cîhanê dike.
K24 – Navenda Nûçeyan
Dewletên Yekbûyî yên Amerika (DYA) û Çîn mezintirîn rêkeftinên aborî yên di dîroka cîhanê de, di navbeyna du welatan de imze kirin – 250 milyar dolar.
Piştî seredana Serokê Amerikayê Donald Trump bo Çînê, her du dewletan çendîn rêkeftinên aborî imze kirin. Serokdewletê Çînê Şi Cinping ragihand, ev rêkeftin 250 milyar dolaran digrin nav xwe.
Di Konferansa rojnamevanî ya her du Serokan de, Şi Cinping diyarkir ku, pêwendiyên baş di navbeyna Washington û Peking de bandora xwe ya erênî li tevayiya cîhanê dike.