Pêwendiyên aloz ligel Ewrûpa, bandorê li aboriya Tirkiye dike

Mehmet Şîmşek destnîşankir kir ku, baweriya bi danûstandinên aloz di navbeyna Ewrûpa û Tirkiye de bandorek neyênî li aboriya Tirkiye dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Cîgirê Serokwezîrê Tirkiye yê berpirsê aborî Mehmet Şîmşek destnîşankir kir ku, baweriya bi danûstandinên aloz di navbeyna Ewrûpa û Tirkiye de bandorek neyênî li aboriya Tirkiye dike.

Ligor nûçeya ajansa Reuters, Şîmşek daye xûyakirin: “Baweriya bi pêwendiyên aloz di navbeyna Ewrûpa û Tirkiye de, di serî de bandore li bazara pereyan dike. Dolar û Euro li hember Lira ya Tirkî bilind dibin û ev yek bandora xwe ya xerab li aboriyê dike. Ger em vê pêvajoyê derbas bikin, ku ez bawer dikim em dê biser bikevin,dê ev bandor lawaz bibe. Li Rojhilata Navîn rewş ber bi çareseriyê ve diçe, Tirkiye beşek ji ji cîhana Rojava ye. Gava Tirkiye ji proseyek erênî ve derbas dibe, dengoyên neyeênî liser pêwendî û rewşa Tirkiye bandora xwe nîşan didin.

Em liser çareseriyan kar dikin. Parleman dê tevgerê bike, di budçeya sala 2017an de hinek lawazî çêbûye, lê em dê bi hewlên xwe vê rewşê derbas bikin.”