Kalkan: Efrîn dê ji faşîzma AKP-MHP’ê re bibe goristan

Endamê Komîta Rêvebir a PKK’ê Dûran Kalkan dibêje, Heger AKP û MHP êrîşî Efrînê bikin, dê ji kokê ve bêne têk birin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Endamê Komîta Rêvebir a PKK’ê Dûran Kalkan dibêje, Heger AKP û MHP êrîşî Efrînê bikin, dê ji kokê ve bêne jinavbirin.

Dûran Kalkan ji ajanseke nêzîkî PKKê re ragihand, Efrîn di bin gefî de ye. Tirkiye dijminên Kurdan e û wê gefê dixwe. heger gelê Efrînê û civaka Rojava li hemberî vê gefê berxwedanê bike û xwe biparêze,  hemû gel, Kurdistan û mirovayetî piştgiriya wê bike.

Kalkan amaje bi wê jî kir, çawa êrîşa DAIŞê li Kobanê têk çû û DAIŞ ji kokê ve hate jinavbirin, heger AKP û MHP êrîşî Efrînê bikin, dê ji kokê ve bêne têk birin.

Ev daxuyaniyên Dûran Kalkan  di demekê de ne, Tirkiye ji demekê ve gefa çûna nava Efrînê dixwe. YPG jî li ser zarê çend berpirsan bersiva gefên didin.