HSD: Telal Silo di bin fişarên Tirkiyê de daxuyaniyên li dijî HSDê dide
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) radigihîne, di bin fişarên Tirkiyê de Telal Silo daxuyaniyên li dijî HSD dide û ti rastiya daxuyaniyên wî nîn in.
K24 – Navenda Nûçeyan
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) radigihîne, di bin fişarên Tirkiyê de Telal Silo daxuyaniyên li dijî HSD dide û ti rastiya daxuyaniyên wî nîn in.
Berpirsê ragihandina HSDê Mistefa Balî di daxuyaniyekê de derbarê belavkirina daxuyaniyên Telal Silo ji aliyê ajansa Anadolu ve got, ajanasa Anadolu bi weşandina derewan, dijayetiyek e ji destkeftên HSDê re û Kurd armanc dike.
Herwiha Mistefa Balî amaje bi zincîreya weşandina daxuaniyên Silo ji aliyê wê ajansê ve kir û got jî, dirêjkirina weşandina derewan ji raya giştî re, wê nake rastî.
Berpirsê ragihandina HSD diyar kir, derew û nakokiyên di van daxuyaniyan de, nîşana wê yekê dide Tirkiye fişareke mezin li Telal Silo dike.
Got jî, ew wek HSD tekez dikin ku ev êrîşên li dijî wan tên kirin, nikarin wan ji şerê li dijî terorê dûr bixin. ew tiştên li ser zimanê Telal Silo tên weşandin derew in û dûrî rastiyê ne.
Roja 15ê vê mehê Peyvdarê Fermî yê bi navê HSDê Eqîd Telal Silo bi hevrêziya ligel grûpên “Mertala Ferêt” ji HSDê cuda bû û berve Tirkiyê çûye.