Tirkiye hêzeke din ber bi Efrînê ve dişîne
Artêşa Tirk, hejmarek ji top û alavên leşkerî ber bi sînorê Sûriyê ve dişîne.
K24 – Navenda Nûçeyan
Artêşa Tirk, hejmarek ji top û alavên leşkerî ber bi sînorê Sûriyê ve dişîne.
Artêşa Tirk, piştî ku leşkerên xwe şandin Îdlibê, niha jî li ser sînorê Efrînê amadekariyan dike. Bi vê armancê, ji gelek deverên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê ber bi sînorê Efrînê ve hêz tên şandin.
Vê carê jî, ji bargehên Meletiyê ber bi sînorê Efrînê ve gelek alavên topavêj û leşkerî hatin şandin.
Du roj berê jî, gelek tank û zirîpoş û leşkerên komando ber bi deverê hatibûn şandin.
Rayedarên Tirkiyê, desthilatiya PYDê li Efrînê qebûl nake û gefa operasyonê li wê herêmê dixwe.