Li 11 deverên Bidlîsa qedexe hat ragihandin

Li 11 gund û taxên Bidlîsa Bakurê Kurdistanê, ji ber destpêkirina operasyonan qedexeya derketina derve hat ragihandin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li 11 gund û taxên Bidlîsa Bakurê Kurdistanê, ji ber destpêkirina operasyonan qedexeya derketina derve hat ragihandin.

Parêzgariya Bidlîsê da xuyakirin, li 11 gund û taxên girêdayî bajêr, di navbera demjimêrên 4'ê êvarê heta 7'ê sibê qedexeya derketina derve hatiye ragehandin.

Parêzgariyê da zanîn, di demên dawî de li deverê tevgera gerîlayên PKKê zêde bûye û bi armanca parastina ewlekariya can û malên welatiyan, hêzên ewlekariyê dest bi operasyonê kirine.

Diyar kir jî, qedexe heta fermaneke nû dê berdewam bike.