Bi vîdyo.. Artêş û Heşda Şeibî derbasî herema zanîngeha Kerkûk bûn

Milîsên Heşdê û hêzên emnî bi hameran û otombêlên reş derbasî nav herema zanîngeha Kerkûkê bûn.

K24 - Navenda Nûçeyan

Îro çekdarên Heşda Şeibî û artêşa Iraqê bi hamerên serbazî û çek û teqemeniyên xwe derbasî nav herema zannîngeha Kerkûkê bûn.

Wek di girte vîdyoyan de diyar dibe, ku ji aliyê çalakvan û xwebexşên Kerkûkê ve hatine belavkirin, milîsên Heşdê û hêzên emnî bi hameran û otombêlên reş derbasî nav herema zanîngehê dibin.

Ev kiryara Heşdê piştî wê yekê hat, ku di çend rojên derbasbûyî de xwendevanên Kurd di zanîngeha Kerkûkê de dewam baykot kirin û di encamê de zanîngeh vala bibû.

Baykotkirina dewam ji aliyê xwendevanên Kurd jî piştî wê yekê hat, ku xwendevanên ser bi Heşda Şeibî û Heşda Turkmanî ve, dixwestin ahengekê ji bo dagîrkirina Kerkûkê ji aliyê wan hêzan ve saz bikin.

Piştî ku di 16ê Cotmeha derbasbûyî de hejmarek ji serkirdeyên YNK xiyanet kirin û bajar radestî milîsên Heşdê û artêşa Iraqê kirin, rojane ew hêzana rastî welatiyên Kurd tên û çendîn car jî girtine ser zanîngeha Kerkûkê.

Di heman çarçoveyê de, duh wênêyê Şêx Mehmûd Hefîd li nêzîkî zanîngeha Kerkûkê hat şewitandin.