Li Bakurê Kurdistanê 40 bergumanên PKKê hatin girtin

Parêzgeriya Dîlokê ragihand ku di encama operasyonên li dijî PKK û KCKê de, 16 berguman hatine girtin û lêpirsîn li gel wan berdewam e.

K24 - Navenda Nûçeyan

Operasyonên li dijî PKKê berdewam in, îro li bajarê Mereşê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarî ya Pazarcikê de, 15 kes bi tometa bangeşekirinê ji PKKê re hatin girtin.

Herweha li heman bajarî di çend rojên derbasbûyî de 9 kes hatin girtin.

LI bajarê Dîlokê jî operasyon hebûn û Parêzgeriya Dîlokê ragihand ku di encama operasyonên li dijî PKK û KCKê de, 16 berguman hatine girtin û lêpirsîn li gel wan berdewam e.