Amerîka red dike ku hêzên xwe li Kerkûkê bicih kiribe
Balyozê Amerîka Li Iraqê: Gav bi gav, wê hêzên Amerîkî û yên Hevpeymana Navdewletî li Iraqê bên kêmkirin.
K24 - Navenda Nûçeyan
Balyozê Amerîka li Iraqê Douglas Silliman, ew nûçeyên ku behsa belavkirina hêzên Amerîkî li nav Kerkûkê dikin red kir û diyar kir, ku ev demeke dirêje hêzeke Hevpeymana Nawdewletî li wî bajarî ye.
Douglas Silliman zelal kir, ku hêzên nû yên welatî wî neçûne Kerkûkê û tiştê ku çêbûye, tenê tevger û gihndina kelûpelên serbazî bû.
Silliman tekez kir, ku ti rêketineke nû di navbera Washington û Bexdayê de tine ji bo zêdekirin û mana hêzên Amerîkî li Iraqê di qonaxa piştî DAIŞê de û zelal kir ku gav bi gav, wê hêzên Amerîkî û yên Hevpeymana Navdewletî li Iraqê bên kêmkirin.