Herêma Kurdistan daxwaza navberkariyê ji Birîtanya dike

Karwan Tahir: Min ji Perlemana Birîtanya re dilgiraniya Herêma Kurdistanê hemberî helwesta Londonê li ser referanduma serxwebûnê da xuyakirin

K24 - Navenda Nûçeyan

Nûnerê hikûmeta Herêma Kurdistanê li Birîtanya Karwan Cemal Tahir eşkere kir, ku wî nameyeke taybet ji serokwezîra Birîtanya re Theresa May re şandiye daku serkirdatiya Herêma Kurdistan û Iraqê vexwendî Londonê bike û ji bo çarekirina kêşeyên di nav Hewlêr û Bexdayê de destpêşxeriyekê bike.

Di dema civîna komîta pêwendiyên derve ya Perlemana Birîtanya li gel nûnerê hikûmeta Herêma Kurdistanê Karwan Tahir, ku li Perlemana Birîtanya hat lidarxistin, Karwan Tahir ragihand, ku di civînê de wî dilgiraniya Herêma Kurdistanê hemberî helwesta Birîtanya li piştî referanduma serxwebûnê daye xuyakirin û gotiye: "Biryardan li ser çarenivêsê ne tawan e."

Herweha Tahir diyar kir, ku ewan wek hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi berdewamî daxwaza danûstandinan ji Bexdayê dikin, lê Iraq berdewam wan daxwazan red dike.