Perlemana Kurdistanê rewşa Xurmatû gotûbêj dike
Şiwan Şêx Ehmed: Pêwîst e tevahiya aliyên Kurdistanî kar ji bo baştirkirina rewşa mişextên Xurmatû bikin.
K24 - Navenda Nûçeyan
Civîna Perlemana Kurdistan li ser rewşa Xurmatû berdewam e û perlemanterek dibêje: Pêwîst e hemû alî kar ji bo baştirkirina rewşa mişextên Xurmatû bikin.
Perlemanterê firakisyona Partî Dîmukratî Kurdistan li Perlemana Kurdistanê Şiwan Şêx Ehmed, ji Kurdistan24ê re ragihand ku bajarokê Xurmatû rastî karesateke mezin bûye, lewra civîna îro li ser rewşa mişextên Xurmatû ye.
Şiwan Şêx Ehmed diyar kir, ku pêwîst e tevahiya aliyên Kurdistanî kar ji bo baştirkirina rewşa mişextên Xurmatû bikin.