Li kampa Mexmûrê teqîn: Şehîd û birîndar hene
Berî bîstekê êrîşeke xwekujî li nava kampa Mexûrê ya ku koçberên Bakurê Kurdistanê lê dimînin pêk hat, di encamê de şehîd û birîndar hene.
K24 – Navenda Nûçeyan
Berî bîstekê teqînek li nava kampa Mexûrê ya ku koçberên Bakurê Kurdistanê lê dimînin pêk hat, di encamê de şehîd û birîndar hene.
Li kampa Mexmûrê ku piraniya wan Kurdên ji Bakurê Kurdistanê ne, êrîşeke xwekujî rû da.
Peyamnêrê K24ê li cihê bûyerê ragihand, heta niha 3 şehîd û 7 birîndar hene, birîndarên teqînê jî ji bo naxweşxaneyên Hewlêrê hatin veguhastin.
Li gor zanyariyên K24ê, teqîn bi riya otombîleke bombebarkirî bûye û 2 avahî hatine rûxandin.
Cihê ku êrîş hatiye ser, fêrgeha gerîlayên PKKê ye, ku li tenişt wê kampê bûye.