Demîrtaş red kir bi riya skypê beşdarî doza xwe bibe.
Hevserokê HDPê Selahhatên Demîrtaş red kir, ku bi riya skypê beşdarî doza xwe bibe.
K24 – Navenda Nûçeyan
Hevserokê HDPê Selahhatên Demîrtaş red kir, ku bi riya skypê beşdarî doza xwe bibe.
Piştî 399 rojan dadgehkirina Hevserokê HDPê Selahhatîn Demîrtaş li bajarê Enqereyê Girtîgeha Sîncanê bi rê ve çû lê bi hincetên ewlekariyê Demîrtaş beşdarî rûniştina dozê nebû.
Dadgeh ji Demîrtaşî xwest ku bi riya Skyapiyê beşdarê doza xwe bibe, lê Demîrtaş vê pêşniyarê red kir û got mafê wî yên yasayî tên binpêkirin û ew bi riya skypiyê beşdarî doza xwe nabe.
Li gor zanyariyên pêyamnêrê K24ê egerek mezin heye ko dema doza Demîrtaşî were paşxistin.
Hevserokê HDPê ji sala borî 4ê Mijdara ve girtî ye û li dijî wî 33 doz hatine vekirin. Demîrtaş bi endamtiya KCDê tê tohmetbarkirin.