NY binpêkirinên Heşda Şeibî li Xurmatûyê dikole

K24 – Navenda Nûçeyan

şandeke Netewên Yekgirtî (NY) serdana Xurmatûyê dike û raportekê derbarê binpêkirinên Heşda Şeibî amade dike.

Endamê Encûmena Qezaya Xurmatûyê Kemal Ehmed ji K24ê re ragihand, piştî ku 3 rojan Heşda Şeibî rêgirî li çûna şandeke Netewên Yekgirtî (NY) kir ku biçe Xurmatûyê, îro ew şand bi armanca lêkolînkirina derbarê binpêkirina Heşda Şeibî li dijî welatiyan gihêşte wê qezayê.

Got jî, şanda NY ligel serok û beşek ji endamên encûmena wê bajarokî di civînê de ne, biryar e jî piştî civînê, ew şand serdana cihên ku ji piştî roja 16ê Cotmeha bûrî ve ji aliyê Heşda Şeibî ve hatine şewitandin û teqandin, bike.

Piştî dîtina wan cihan û axaftina ligel endamên encûmena Xurmatûyê û bîneran, biryar e şanda NY raportekê li ser rewşa wî bajarokî ji ji rêxistina UNAMI hilde.

Ji aliyê xwe ve, perlemanterê frakisyona Partiya Demokrat a Kurdistanê di Perlemana Iraqê de Şaxewan Ebdella duh ji K24ê re gotibû: "Me raporeke berfereh li ser binpêkirinên Heşda Şeibî li Xurmatû radestî nûneratiya Netewên Yekgirtî li Bexdayê kiriye û nûneratiyê soz daye me ku kar li ser wê raporê bike."

Şaxewan Ebdella gotibû jî: "Tîmeke Netewên Yekgirtî serdana Xurmatû kir, lê Heşda Şeibî rê neda wê tîmê ku serdana taxên Kurdan bike."

Xurmatû ji roja 16ê Cotemaha bihûrî ve ji aliyê Heşda Şeibî û piştevaniya Îranê dagîrkirî ye û ji bilî kuştina hejmarek ji welatiyan, çekdarên Heşda Şeibî piraniya malên Kurdan talan kirin û şewitandin.