Îran ji girtina deriyê Perwîzxanê poşman bûye

Îran di wê hewlê de ye, Bexdayê razî bike ji bo deriyê sînorî yê bi Herêma Kurdistanê Perwîxanê veke, ji ber ku ziyanê ji girtina wê dibîne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Îran di wê hewlê de ye, Bexdayê razî bike ji bo deriyê sînorî yê bi Herêma Kurdistanê Perwîxanê veke, ji ber ku ziyanê ji girtina wê dibîne.

Li gor medyayê Iraqî, hejmarek ji nûnerên hikûmeta Îranê hatine Iraqê, ji bo hikûmeta Iraqê razî bike û deriyê sînorî yê bi Herêma Kurdistanê re Perwîzxanê veke û guftûgo ji bo pirsên dest pê kirine.

Li gor Îran, ji bo berjewendiyên wê pêwîst e ew pirsgirêk di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê de bê çareserkirin, ji ber ku girtina wî deriyê sînorî ziyanê digihîne 5 hezar kes. Her wiha bi dehan kezar kes bêkar bûne.

Deriyê Perwîxanê wek mezintirîn xala sînorî di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê de tê hejmartin, ji aliyê hikûmeta Iraqê ve daxwaza girtina wê hate kirin, ta hêzên Iraqî li şûna Pêşmerge bicih dibin.