Artêşa Tirkiyê gundê Qert Wêran li rojavayê bajarê Minbic topbaran kir

Encûmena Leşkerî ya Minbic: Heger êrîşên hêzên Tirkiyê berdewam bin, emê bê bersiv nemînin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Li gorî medya nêzîkî  YPG, hêzên Tirkiyê bi topên hawinan li gundê Qert Wêran dane û bi gotina peyvdarê encûmena leşkerî ya Minbic Şervan Derwîş, çend bingehên hêzên wan jî ji aliyê artêşa Tirkiyê ve bi topên hawin û mûşekan hatine armanckirin.

Derwîş diyar kir, ku heger êrîşên hêzên Tirkiyê berdewam bin, ewê bê bersiv nemînin.

Herweha got: "Heya niha ti ziyan ji encamên wan êrîşan nehatiye ragihandin."