Bi wêneyan.. Heşda Şeibî navê kolaneke Kerkûkê guhert

Li taxa Yekê Hizêranê, navê kolana serekî hat guhertin û Heşda Şeibî navê Mihemed Baqir Hekîm lê kir.

K24 - Navenda Nûçeyan

Piştî xiyaneta 16ê Cotmeha derbasbûyî û rêdan bi derbasbûna milîsên Heşdê û artêşa Iraqê ji bo bajarê Kerkûkê ji aliyê beşek ji berpirsên YNKê ve, niha çekdarên Heşdê mijûlî guhertina navên kolanên Kerkûkê ne.

Di wê çarçoveyê de, piştî daxistina ala Kurdistanê li Kerkûkê û sivkatîkirinê bi wêneyên sîmbolên Kurd, li taxa Yekê Hizêranê, navê kolana serekî hat guhertin û Heşdê navê Mihemed Baqir Hekîm lê kir.

Di rojên derbasbûyî de, wêneyê Mehmûd Hefîd ku li pêşya kolana serekî ya nêzîkî zanîngeha Kerkûkê hatibû danîn û nave wî li wê kolanê hatibû kirin, ji aliyê çekdarên Heşdê ve hat şewitandin.

Herweha wêneyekî hunermendê Kerkûkê Hisên Elî jî, ji aliyê wê girûpê ve hat têkdan û sivkatî pê hat kirin.