Heşda Şeibî û artêşa Iraqê nivîsa Kurdî li ser tabloyan qedexe dikin

Çekdarên Heşda Turkmanî û artêşa Iraqê nivîsa bi zimanê Kurdî ji ser tabloya fermî ya qayimqamiya Xurmatû rakirine û tenê nivîsa erebî û turkmanî li ser hiştine.

K24 - Navenda Nûçeyan

Ji bilî talankirin û şewitandina piraniya malên Kurdên Xurmatû, çekdarên ser bi Heşda Turkmanî û hêzên emnî yên Iraqê ve, nivîsa Kurdî ji ser tabloyên Xurmatû rakirin.

Wekî di wêne de xuya dibe, çekdarên Heşda Turkmanî û artêşa Iraqê nivîsa bi zimanê Kurdî ji ser tabloya fermî jî ya qayimqamiya Xurmatû rakirine û tenê nivîsa erebî û turkmanî li ser hiştine.

Cihê têbîniyê ye ku, nivîsa turkmanî jî ne bi tîpên aramî ye, lê bi tîpên latînî hatiye nivîsandin.